Qeydkirina jinên avis

Em li Swêdê di warê lênêrîna avisan û lênêrîna zayînê de gelekî bi pêşketine û îro encamên me yên di vî warî de di nav yên herî baş ên cîhanê de ne. Em dixwazin bi rêya qeydkirina jinên avis (bihemle) kalîteya di lênêrîna zarokên nûçêbûyî û ya jinên avis de zêdetir bi pêş ve bibin û berfirehtir bikin. Her sal 110 000 zayîn ji bo zanyarî û pêşveçûnê dibe çavkaniyeke bêhempa.

Qeydkirina jinên avis qeydeka tesdîqkirî ya kalîteyê ya neteweyî ye û em personelê di xizmeta lênêrîn û miayeneyê de vî karî bi rê ve dibin. Ji avisbûnê heta du sê mehan piştî zayînê em agahiyê didine hev û bi kar tînin. Ev agahiyên ku di listeya avisan de têne qeydkirin, bi qanûnên swêdî têne parastin û tenê ji bo pêşvebirina lênêrînê û lêkolînê têne bi kar anîn. Agahiyên te yên kesane têne jê birin, data têne şîfre kirin û têketina li ser înternetê tê ewle kirin da ku kesek bê destûr nikaribe bigihîje van agahiyan.

Ji bo standina agahiya zêdetir a li ser qeydkirina jinên avis tu dikarî têkiliyê bi bi pîrika xwe ya zayînê re deynî. Eger tu nexwazî agahiyên xwe qeyd bikî pîrik an jî doktorê te dikarin li ser vê mijarê alîkarîya te bikin. Hemû hevkarîkirina ji bo vê qeydkirinê bi dilxwazî ye.

Dokument

Translations